May 29, 2017 13:44 Asia/Tehran
  • Goranê daxwaza xebata ji bo peydakirina gorên komkî yên Enfalbûyiyan kir

Nûnerê Tevgera Gorranê xwest ku dewleta Iraqê bixebite ta ku gorên komkî yên rûdawa Enfalê li parêzgehên başûrî û navendî yên vî welatî peyda bike.

Li gor rapora Kurd Press`ê, Mehmûd Riza Nûnerê Tevgera Gorranê li gotûbêja xwe ya tev ajansa El-Melûmeyê bal kişande ser viya ku Herêma Kurdistana Iraqê hejmara rastîn a enfalbûyiyan nizane çend in û bingehên nefermî radigehînin 180 hezar kurd bi destê rejîma Beis a Iraqê li rûdawa Enfalê hatine kuştin, ji berpirsên Herêmê, wezaretxana cotkarî û çanda Iraqê xwest bixebitin ta ku gorên komkî yên enfalbûyiyan li parêzgehên navendî û başûrî yên vî welatî peyda bikin.

Wî destnîşan kir ku dehan gorên komkî yên enfalbûyan li navçên cotkariyê yên navendî û başûra Iraqê hene ku hîn kifş nebûne.