May 24, 2017 13:38 Asia/Tehran
  • Rêberekî YNK`ê: ``Hevgirtina YNK û Goranê dê hevsengiyê li Herêma Kurdistana pêk bîne``

Wezîrê avedankirina Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: ``Ez hêvîdar im hevgirtina navbera Yêketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) û Tevgera Gorranê carek din bibe sebeba pêkhatina hevsengiyê li vê herêmê``.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Derbaz Kusret Resûl yek ji berpirsên YNK`ê, li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona NRT`yê got: ``Ez hêvîdar im emrê xwedêkirina `Newşîrvan` Mistefa bibe sedema hevgirtina navbera YNK`ê û Tevgera Gorranê û bidawîhatina neyariyên navbera van her du partiyên Herêmê``.

Wî bal kişande ser rêketinên vê dûmahîkê di navbera YNK û Gorranê û ev yek wek pêngavek ber bi pêş da zanîn û ragihand ku ev hevgirtina dê bibe sebeb ku hevsengiya hêz û desthilatê li Herêmê pêk were.