May 23, 2017 15:49 Asia/Tehran
  • Peyama serxweşiyê ya serkonsulxana Îranê li Hewlêrê bi boneya koça dawîyê ya Noşêrvan Mistefa

Murteza Êbadî serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê li peyamekê wefata rêberê tevgera Gorranê serxweşî gote malbat, konseya rêberî ,endam û alîgirên vê partiyê.

Li gorî rapora Kurdpressê ,li vê peyamê hatiye: Bêguman navê vî siyasetvanê binavûdeng û pilepilind ku bi salan li hember rejîm  dîktatorî ya Sedam sekinî û tim  jiyana sade û hevdiliya tev gel di emêrê xwe yê bi bereket de domand, dê tim li bîra xelkê  hêja û giranqedr ê Kurdistana Iraqê û malbata  wî ya bi hurmet zindî û mayînde bimîne.

Êbadî herwiha li vê peyamê ji ber vê bûyera diltezîn serxweşî gote  malbata  Noşêrvan Mistefa, konseya rêberiyê ya tevgera Gorranê, endam û alîgirên vê partiyê û ji xwedê teala xwest ku rehmta xwe li wî bike.