May 19, 2017 13:08 Asia/Tehran
  • Newşîrwan Mistefa wefat kir

Newşîrwan Mistefa Kordînatorê giştî yê Bizava Gorranê wefat kir.

Li gorî rapora medyayên kurdî, Îro îniyê danê sibê kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa, ku demek dirêj bû li Brîtanyayê dihat dermankirin, li bajarê Silêmaniyê wefat kir.

Newşîrwan Mistefa hefteyekê beriya niha ji Brîtanya vegeriyabû Kurdistanê.

Du mehan beriya niha jî hevjîna Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyê wefat kiribû.

Newşîrwan Mistefa berî ku Tevgera Goranê ava bike yek ji damezirînerê sereke yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû.

Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa sala 1944'an li taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê qedandiye.

Sala 1967'an li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

Mistefa di destpêka salên 1960'î de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di nava Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye.

Di navbera salên 1963 û 1964'an de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê û sala 1967'an bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê Iraqê-Baskê Polîtburoyê.

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009'an ve heta dema wefata xwe di 19'ê Gulana 2017ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.