May 19, 2017 09:16 Asia/Tehran
  • Sefera Barzanî bo Urdinê

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê duh pêncşemê ser vexwendina Melik Ebdullah paşayê Urdinê çû Emanê.

Li gorî rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê , Mesûd Barzanî li vê sefera xwe tevî hevdîtina tev Şahê Udinê, pişkdariya civîna aborî ya Behrulmiyêtê dike ku li Udinê bi rê dikeve.

Mesûd Barzanî her sal pişkdariya vê civînê dike.

Pêştir Ebas El-Beyatî nûnerê parlemana Iraqê gotibû; ``Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê jî bona gotûbêja tev şahê Urdinê seredana Emanê kiriye``.

Hatiye ragihandin ku li Urdinê Mesûd Barzanî û Fuad Mesûm dê li bara pirsgirêkên heyî li nav partiyên Herêma Kurdistana Iraqê jî bi hevra gotûbêjê bikin.