May 18, 2017 17:49 Asia/Tehran
  • 17 kuştî û birîndar di encama êrişa DAIŞ`ê ser pêgehên hêzên Pêşmerge

Berî nîvroja îro pêncşemiyê, endamên DAIŞ`ê li Torxormatoyê li prêzgeha Selahedîna Iraqê, êriş birine ser pêgeh û çeperên hêzên Pêşmerge û di encama vê êrişê de 2 hêzên Pêşmerge canê xwe ji dest dan û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Kurpress`ê, Ebdula Biwêr, fermandeyê hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê li navçey Tûrxormatoyê, malpera nûçeyan a Xelekê re ragihand: Di saet 2:30 deqîqeya sibeha îro de, endamên DAIŞ`ê li operasyonekê êriş birine ser tîpa pêncan a hêzên Pêşmerge û birêveberiya berevanî û alîkarîgihandina Koyê li navçeya Rezgê û di encamê de du hêzên Pêşmerge şehîd bûn û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Wî herwiha got: Endamên DAIŞ`ê di encama vê êrişê de trombîlên bombekirî û çekên sivik bi kar anîne.

Ebdila Biwêr ragihand: Piştî çend saet pevçûnê, hêzên Pêşmerge karîn ev êrişa DAIŞ`ê pûç bikin û li gorî agahiyên heyî di vê êrişê de çend endamên DAIŞ`ê hatine kuştin.