Cebar Yawer: Ti têkilîya me ya sîyasî yan leşkerî ligel Israyîlê tineye
May 18, 2017 12:08 Asia/Tehran
Sêkrêtêrê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê raporên têkildarî hebûna peywendîya sîyasî yan leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Rêjîma Israîlê da derew zanîn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Cebar Yawer li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a JORNAL NEWS`ê, herwiha got ku hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê niha hêzên Pêşmerge bi hevdengîya ligel dewleta fêdêral perwerde dike û nêzî 13 welatan li vê perwerdekirinê pişkdar in.