Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê li hevdîtina bi Barzanî re: Hêzên Heşdî Şebî dê li Şengalê nemînin
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî û serokê Heşdî şebî ya Iraqê li hevdîtina bi serokê Herêam Kurdistana Iraqê li Hewlêrê ew xatircem kir ku hêzên Heşa Şebî dê li Şingalê nemînin.
Li gorî rapora kurdpressê, û ji zarê Sky Pressê, saziya serokatiya Herêma Kurdistanê li daxûyaniyekê ragihand ku Falih El-Feyaz li hevdîtina Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bara rewşa ewlehiyê li bereyên şerê li hember DAIŞê û pêvajoya operasyona li navçên Neynewa û Qîrvanê û hewldanên hevpar ên Bexda-Hewlêr jibo cihhatina hin serketinan li bereyên operasyonê gotûbêj kirin û ser ewlewiyeta hevkarî û hevdengiya hevpar navbera her du aliyan li hemî waran tekez kir.
Li gorî vê daxûayniyê, El-Feyaz li vê hevdîtinê Baraznî xatircem kiriye ku hêzên Heşa Şebî dê piştî azadkirina bajarê Şingalê li navçe û gundên vî bajarî nemînin û dê ji vî bajarî derkevin.