Nîsan 25, 2017 10:47 Asia/Tehran
  • Di bombebarana balafirên Tirkiyê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

Hat ragihandin ku li çiyayê Şingalê di bombebarana balafirên şer ên hêza hewayî yên Tirkiyê de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên hêzên hewayî yên Tirkiyê şevê din saet li dora 02.00an herêma çiyayê Şingalê yê Herêma Kurdistana Iraqê û herêma çiyayê Qereçoxê ya Dêrikya ji deverên kurdî li Sûriyê bombebaran kiribû.

Li gorî nûçeya Rûdawê di êrişa balafirên hewayî yên Tirkiyê li çiyayê Şingalê de 5 Peşmergeyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û 9 Pêşmerge jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê, balafirên Tirkiyê çiyayê Şingalê li Deriyê Geliyê Kesrê bombebaran kirine û ji bo ku Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) baregeha xwe vala kiribû li wir şervan tunebûn.

Herwiha Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê jî derbarê êrişa herdu herêman de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku balafirên şer ên hêza hewayî ya artêşê şevê din saet li dora 02.00an êrişa hewayî birin ser çiyayê Şengalê li bakurê Iraqê û herêma çiyaye Qereçox a bakurê Sûriyê.