Nîsan 23, 2017 13:20 Asia/Tehran
  • Hişyariya YNK`ê li bara rewşa Şinaglê

Hevgavê bombebarana hin navçên Amêdiyê li bakurê Iraqê ji aliyê balefira cengê ya bombeavêj a artêşa Tirkiyê ku bû sedema birîndarbûna çend welatiyên sivîl ên iraqî, rayedarekî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iarqê, YNK li bara qeyranîbûna rewşê hişyarî da.

Cemîl Xizir berpirsê navenda Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iarqê (YNK) li Şingalê ragihand:

 A niha xêncî hêzên berevaniyê yên Şingalê, hêzên iraqî jî di vî bajarî de ne û eger Tirkiye êrişî ser van navçana bike, muhteml e pevçûn zêdetir bin.

 Wî destnîşan kir: Hêzên  Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iarqê, YNK, li vê navçê derketin rewşa amadetiyê û eger  artêşa Tirkiyê  derbasî wir bibe dê ew derkevin hemberî wan.

 Xizir Salih serokê civata êzdiyên Şingalê jî duh li gotûbêja bi ajansa nûçan a Silêmaniyê, hitmala êrişa  artêşa Tirkiyê ser Şingalê bi hevkariya  Partiya Demokrat a Kurdistana  Iraqê pir zêde da zanîn.

 Artêşa Tirkiyê li du mehên buhurî liv û tevegrên  eskerî yên berfireh li Şingalê û hin navçên  Herêma Kurdistana Iraqê jibo cihanîna  operasyona  eskerî cih aniye.

 Liv û tevgerên  vê dawiyê li navçê bi taybet piştî gotinên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li gotûbêja bi kanala  NTV`yê beriya lidarxistina  Giştpirsîna  li Tirkiyê ku gotibû piştî lidarxistina  Giştpirsînê bi alîkariya  PDK`ê wê operasyona  eskerî li beşek ji axa Iraqê li dijî hêzên  PKK`ê cih bîne alozî gurtir kirine.

 Tirkiyê 18 navendên  eskerî yên neqanûnî li bakurê Iraqê ava kirine ku Başîqe ya herî giring e. Niha bi hezaran hêzên eskerî yênTirkiyê neqanûnî li bakurê Iraqê bicih bûne.