Nîsan 20, 2017 18:55 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Mesûd Barzanî û wezîrê karên derve yê Almanyayê li Hewlêrê

Wezîrê karên derve yê Almanyayê îro berî nîvroj li bajarê hewlêrê digel Mesûd Barzaniyê serokê Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

Li pey vê hevdîtinê, wezîrê karên derve yê Almanyayê, Zîgmar Gabriyêl li civîna çapemeniya hevpar digel Barzanî got ku welatê wî ji şerê hêêzn Pêşmerge li dijî têrorîstên DAIŞ`ê û penadana Herêma Kurdistamna Iraqê bo awareyên şerê DAIŞ`ê sipasî kir.

Wî destnîşan kir: şandina alîakriyên leşkerî û çekan ji aliyê dewleta Almanê va bo bereyên şerê dijî DAIŞ`ê bi wateya girîngiya Herêma Kurdistana Iraqê li têkoşîna dijî DAIŞ`ê ye.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî li axaftinekê tevî sipasiya ji alîkariyên Almanê bo hêzên iraqî û Pêşmerge, got: Tevî şandina qaseke berbiçav a çek û pêdiviyên leşkerî bo bereyên şerê dijî DAIŞ`ê li Iraqê, lê amor û alavên bi qasî têrê negihîştiuye ber destê hêzên Pêşmerge.

Ev gotinên Barzanî di rewşekê da ne ku heta niha barên çekan ji welatên cûrbicûr ên ewropî û amerîkî ji wan Alman û Kanadayê rasterast li Hewlêra navenda Kurdistana Iraqê hatine valakirin.

Bazranî li ser mijara giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê jî dijberên xwe tawanbar kir ku ev mesele fêm nekirine. Hinek ji rêberên kurd li Iraqê ku vê dawiyê ji bo giştpirsînekê bona serxwebûna Kurdistana Iraqê hewil didn, li bersiva rexnekiran gotine ku giştpirsîn bi wateya cudatiya ji Iraqê nîne; Mijara k dijberên giştpirsînê matmayî kiriye. Gabriyêl roja çarşemiyê li Bexdayê  digel Fuad Mesûmê serokomar û Îbrahîm Ceferiyê wezîrê karên derve her wiha Selîm Cebûriyê serokparlimanaê Iraqê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.