Amerîka 300 miliyon dolar alavên leşkerî dide Pêşmergeyan
Ajansa nûçeyan a ser bi wezareta berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku wezareta karên derve ya vî welatî qebûl kirye ku alav û amorên leşkerî bi bihayê 295.6 miliyon doalrî bi mebetsa bipergalkirina yekîneyên topxaneyî û peya yên ser bi hêzên Pêşmerge bifiroşe Iraqê.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê ajansa nûçeyana Someria News`ê, ajansa hevkariyên berevaniyê û ewlehiyê ya Amerîkayê her wiha ragiahnd: Alav û amorên ku dewleta Iraqê daxwaz kiirye bi armanca amadekiirna gordanên pêşmerge û gordanên piştevaniya topxaneyî ye.
Vê ajansê her wiha ragihand: Kongreyê hişyariyek li vî warî da wergirtiye; Lê eva bi wateya bidawîanîna pêvajoya firotinê nîne.
Cebar Yewer, sikritirê giştî yê wezareta Pêşmerge jî got: Amerîka wê du gordanên Pêşmerge biçek bike û wî welatî dil heye ku pergala peywendiyê ya wezareta Pêşmerge berfire bike.