Nîsan 20, 2017 10:42 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Almanê sefera Bexda û Hewlêrê kir

Wezîrê karên derve yê Almanê êvara çarşemiyê di dawiya sefera xwe ya yekrojî ya Bexdayê, ji bo hevdîtina digel berpirsên kurd ên Iraqê, gihîşte Hewlêra navenda herêma Kurdistanê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê va hat pêşwazîkirin.

Zîgmar Gabriyêl wezîrê karên derve yê Almanê biryar e ku roja pêncşemiyê li Hewlêrê digel Mesûd Barzanî serokê herêmê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û berpirsên din ên kurd li vê herêmê hevdîtin û gotûbêjê bike.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, mijara sereke ya gotûbêjên wezîrê karên derve yê Almanê digel berpirsên kurd çawaniya birêvebiriya serdema piştî têkçûna DAIŞ'ê ye.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê va hatine weşandin, dewleta Almanê ji dema destpêbûna şerê dijî DAIŞ'ê li Iraqê heta niha zêde ji du hezar ton çek û muhîmat bi bihayê 95 miliyon dolarî radestî hêzên Pêşmerge kiriye.

Her wiha dewleta Almanê di sala 2009'an da konsolxaneya xwe li bajarê Hewlêrê vekir û rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê jî li bajarê Bêrlîna paytexta Almanê nûnertiya xwe heye.

Zîgmar Gabriyêl roja çarşemiyê li Bxedayê digel Îbrahîm Ceferî hevtayê xwe yê iraqî hevdîtin û gotûbêj kir.

Ceferî li vê hevdîtinê xwest ku heyitiyên blokebûyî û desteserbûyî yên Iraqê li vî welatî bên azadkirin û Fuad Mersûm, serokomarê Iraqê jî ji wî xwest ku Bêrlîn bi awayekî giştalî li pêvajoya pêşeyîbûn û pêşketina Iraqê beşdariyê bike.

Wezîrê karên derve yê Almanê her wiha digel Selîm Cebûrî serokê parlimana Iraqê jî hevdîtin û gotûbêj kir.