Nîsan 18, 2017 18:41 Asia/Tehran
  • Barzanî: Rê nadin ti aliyek xwe li ser Êzidiyan bisepîne

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna sersala Êzidîyan “Çarşema Sor” peyamek arasteyî Êzidiyan kir û radigihîne: “Kurdên Êzidî beşeke ezîz û veneqetiyayî ya gelê Herêma Kurdistanê ne, em rê nadin ti aliyek xwe li ser Êzidiyan bisepîne.”

Di peyama Serokê Herêma Kurdistana Iraqê de ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, hatiye, “Bi boneya sersala Êzîdîyan, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xûşk û birayên Kurd ên Êzîdî li Herêma Kurdistanê û Cîhanê dikim.

Kurdên Êzîdî beşeke ezîz û veneqetiyayî ya gelê Herêma Kurdistanê ne, em rê nadin ti aliyek xwe li ser Êzidiyan bisepîne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Herêma Kurdistanê ne. Bi dirêjahiya dîrokê xuşk û birayên me yên Êzîdî bi sedema nasnameya olî û neteweyî tûşî karesatan bûne, lêbelê pabendbûna wan ya bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, hemû plan û sîtemên li dijî wan pûç kirine.

Spas ji bo Xweda bi fidakarîya hêzên Pêşmerge terorîstên DAIŞ`ê hatin têkşikandin û DAIŞ`ê baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzîdiyan û êdî nabe rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuşk û birayên me yên Êzîdî de dubare bibe.

Di cejna sersala Êzîdîyan da pêkutîyê dikim ku gelê Herêma Kurdistanê palpiştê Êzîdiyan e û rê jî nadîn hîç aliyek xwe li ser wan de bisepîne û biryardana li bara çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzîdiyan bi xwe da ye.”