Nîsan 17, 2017 17:51 Asia/Tehran
  • Bizotineweya Islamî ya Kurdistanê: Em di çarçova hevgirtina islamîyên Herêma Kurdistanê hazir in Bizotineweya Islamî hilweşînin

Serokê Fraksyona Bizotneweya Islamî li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku rêvebirên vê partîyê di çarçova yêketîya partîyên islamî yên Herêma Kurdistana Iraqê û pêkanîna hizbeke nû ku hemî islamîyan bigire bin sîwanekê, hazir e fidakarîya herîmezin bike û Bizotineweya Islamî hilweşîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Şivan Qeladizeyî endamê polîtboroya Bizotineweya Islamî li nivîsarekê ku malpera nûçeyan a Radyo Newayê weşand, tevî erênînirxandina yekem hevdîtina partîyên islamî li Herêma Kurdistana Iraqê, ragihand: Karên desteya pêngava hevpar sist û hêdî ne û ev yeka diqewime bibe sedema bêhêvîbûna gel.

Qeladizeyî tevî rexnekirina ji karkirina yeksale ya komîteya hevpar a partîyên islamî yên Herêma Kurdistanê got ku mideha sala buhurî da divîya van sê partîyana helwest û biryarên cidî û hevpar li hember bûyer û meseleyên wek serxwebûna Herêma Kurdistanê, vekirina parlimanê, paşdaketina miaşa karmendan û lidarxistina giştpirsîya serxwebûnê nîşan bidana.

Şivan Qeladizeyî endamê polîtboroya Partîya Bizotineweya Islamî ya Kurdistana Iraqê got: Rêvebirên Bizotinweya Islamî di çarçova hevgirtina islamîyên Herêma Kurdistanê û pêkhatina partîyeke nû da hazir in her cure fidakarîyekê bikin heta Bizotineweya Islamî hilweşînin, çinku ev partîya ser vê bawerê ye yêketîya berfire û pişkdarîya li komeke nû karekî gellekî guncav û bi dilê welatîyên Kurdistanê û bijardeya herîbaş e.