Nîsan 16, 2017 17:25 Asia/Tehran
  • Barzanî: Mesîhî li kifşkirina çarenûsê li Herêma Kurdistanê pişkdarîyê dikin

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê pêgîrî kir, niştecihên mesîhî yên li kifşkirina çarenûsa Herêma Kurdistanê pişkdarîyê bikin.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a SOMERIYE NEWS`ê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi daxûyanîyekê bi boneya Eyda Pak a Mesîhîyan got: Lidarxistin û bibîranîna eyd û boneyên mezhebî li Herêma Kurdistanê pêgîriyek ser peyama aştî, dilovanî û jîyana bihevre û biratîyê ye. 

Wî herwiha got: Sedema şanazîyê ye ku çanda bihevrejîyana aştîyane û azadîyê rîşeyên kûr û qedîmî li Herêma Kurdistanê hene, Kurdistana ku bûye mînakek li asta dinyayê.

Em li warê wegerîna awareyên mesîhî bo deverên xwe bi sebilindîyê û hewldana jibo destpêkirina jîyaneke nû ya bi aramî û istiqrarê hêvîdar in.

Barzanî ji Mesîhîyan re got: Em li welatekî dijîn û çarenûsa me jî hevpar e û hûn beşeke qedirgiran a gelê Kurdistanê ne, Hûn ê li kifşkirina qederê û serêxwegirtina `` mafên dadmendane`` yên gelê Kurdistanê pişkdareîyê bkin.

Ji hêla din ve, Heyder Eibadî serokwezîrê Iraqê jî bi daxûyanîyekê Eyda Pak li Mesîhîyên Iraq û cîhanê pîroz kir û jîyaneke bextewerane û birûmet jibo wan hêvî kir.

Ebadî herwiha got: Ev eyda hevgavê serketinên mezin ên hêzên qareman ên me li şerê dijî DAIŞ`ê ye.