Adar 17, 2017 16:22 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna li bara şerê navxweyî li Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê wêdadayî yê parlimana Herêma Kurdistana Iraqê li bara rewşa qeyranî li vê deverê hişyarî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemed Yûsif serokê parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ku ji hêla serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) va hat wêdadayînê û nehêlan ew derbasî Hewlêrê bibe, ji nuneratîyên dîplomatîk ên welatan û sazîyên navnetewî xwest ku jibo girtina pêşîya qeyranê li vê deverê alîkarîyê bidin.

Mihemed Yûsif herwiha ji civaka cehanî xwest ku hemî rêketiname û hevkarîyên xwe ligel serok û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê rawestînin.

Yûsif Mihemed herwiha lidarxistina hilbijartinên parlemanî yên pêşwext li deverê wekî pêwîstîyek jibo xilasbûna ji qeyrana li Herêma Kurdistanê zanî û got: Niha tu insîyatîfeke nû ji alîyê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê va jibo destkişandina ji desthilatê xûya nake.

Berî vîya Firdos Ewadî parlimantera Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê tevî tawanbarkirina Mesûd Barzanî li warê hewldana jibo birêxistina şerê navxweyî di navbera kurdan da bi merema bidestxistina armanca xwe ya pişkxwazîya erdnigarîyê li vê deverê û mayîna serokê wê, ji dewleta navendî ya Bexdayê xwest ku li hemberî wî ku qedera kurdan kirîye pêlîstok, bi tundî raweste.

Herêma Kurdistana Iraqê bi dû kutabûna dewra qanûnî ya serokatîya Mesûd Barzanî ji 19`ê Tebaxa sala 2015`ê va tûşî qeyraneke sîyasî û aborîyê bûye û nerazîbûnên li vê herêmê jî vê qeyranê gurr dikin.