Adar 16, 2017 13:31 Asia/Tehran
  • 29 salan berî niha, Helebçe di bihara dukel û birînê de

Ev 29 sal in ku kurdên Iraqê li rojên dawiyê yên salê, salvegera trajediyeke însanî ya sedsala bîstan yanê karesata bombebarana kîmyayî ya Helebçeyê ji aliyê Rejîma sernixûnbûyî ya Beisê va li dar dixin.

16`ê Adara1988`an, balefirên Rejîma Beisa Iraqê ser fermana  Sedamê îdambûyî, toza mirinê li Helebçê reşandin û duvre 5 hezar mêr û jin û zarok mîna  belgên  hişk li xerîbiyeke bêdeng jibo cara  dawiyê serê xwe danîn ser axa welatê xwe.

Ev karesata  li nava coç û kelecana  gelê xizan û belengaz ê Helebçeyê û berberê cejna  dîrokî ya Newrozê û cejna  hêşinî û jiyana  dubare ya xwezayê qewimî.

 Karesata ku  nehişt dul û darên kolan û çarsiyên  bajarê biçk û çiyayî yê Helebçeyê hişin bibin û  qêrîn û kalîna  dergûşan ser sîngê diyên wan fetisand.

 Di bihara wê salê da Helebçe  di bin dûkel û êş û birînan hêşin nebû.

Buyera Helebçeyê tenê kuştina  gelekî ji aliyê dîktatorekî  bêrehm nîne,  belkî mîna   buyerên  Hîroşîma û Nakazakiyê, sembola  qonaxeke  reş a dîroka  siyasî û şerekî ne-asayî û encama siayseta welatên rojavayî û lihevkirina  rêxistinên navneteweyî û zordestan e.