Adar 15, 2017 08:47 Asia/Tehran
  • Ji ber şer û pevçûna Şengalê 11 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûn

Hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ber bi xwenîşanderên Îzdî yên Şengalê li rojavaya Mûsilê gulleh reşandin ku di encamê da 11 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Birek ji îzdiyên navça Xanesorê li nîzikiya sînorê Iraqê tev Sûriyê duh sêşemê bona diyarkirina nerezamendiya xwe tev şerê dinavbera PKK û pêşmergeyên roj xwenîşanda birê xistin ku Hêzên pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ber bi xwenîşanderên Îzdî gulleh reşandin ku ji ber vê pevçûnê xwenîşanderek hate kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Medyayên ser bi PKK jî bal kişandine ser vê şer û pevçûnê û kuştina îzdiyek û birîndarbûna 10 kesên din piştrast kir.

Pêşmergeyên Roj, pêkhatî ji xurtên kurd yên Sûriyê ne ku li bin çavdêriya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê perwerde dibin.

Piştî şer û pevçûna di navbera PKK û pêşmergeyên roj li navça Xanesorê li nîzikiya navça Sinonê ku dikeve aliyê sînorê Iraqê tev Sûriyê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê roja şemiyê îzn daye hêzên pêşmerge ku bikevin navça Şengalê.

Li gorî çavkaniyên herêmî roja îniya bihurî Pêşmergeyên Roj xwestibûne bikevin Xanesorê, lê hêzên YBŞ`ê pêşiya wan girtin û ber bi wan gulle reşandin ku di encamê de pevçûn derketiye. Li gorî zanyariyan di encama de şer û pevçûnê  4 peşmergeyên Roj birîndar bûne û şervanekî YBŞ`ê jî jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyê din ve Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan daxwaz ji Peşmergeyan kirine ku ji Şingalê derkevin piştî ku bersiva ‘Na' dane êriş pêk anîne. Wekî tê gotin ku 500 Pêşmergeyan Roj şandibûn Şingalê.

Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê YBŞ`ê ser bi PKK`ê dizane û PKK jî li daxûyaniyekê destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze sînorên Iraqê tev Sûriyê bêxe destê xwe û vê siyaseta Enqerê xwetêkeliya nav karûbarên Herêma Kurdistana Iraqê dizane.

Hejayî gotinê ye ku Şengal li parêzgeha Nêynewayê li rojavaya Herêma Kurdistana Iraqê ye û 120 kîlomitran ji Mûsilê dûrtir e û di 3`ê Tabaxa 2014`an piştî ku hêzên Pêşmerge ji vî bajarî û Zûmarê paşda vekişyan, terorîstên DAIŞ'ê jî ev navçane girtin û hema ev mesela jî bûye hegereke devûjeniyên siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê .Li 20`ê Kanûna 2014 hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û hêzên berevaniya ji Şengalê û birek ji endamên PKK`ê êrişeke berfire birine ser Şengalê û parek ji Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ'ê azad kirin lê hîn Şengal bi tamî ji destê terorîstan azad nebûye.Niha hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li sînorekî zêde ji 1000 kîlomitran tev grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê da li bereyên şêr da ne û heta niha hêzên Pêşmerge karîne 25 hezar kîlomitrên çarkunc ji destê terorîstan azad bikin.