Adar 14, 2017 16:47 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Em bi PKK re nakevin pevçûnê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ku pêştir ragihandibû ger pêdivî be jibo derxistina PKK ji Şingalê dê ji riya eskerî bikeve tevgerê, vê dawiyê tekez kir ku Hewlêr naxwaze bi PKK re bikeve pevçûnê.

 Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê Rûdawê , Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li axitinekê li Dihokê ragihand ku Hewlêr naxwaze bi ti aliyekê re  û bi taybet bi PKK re  bikeve pevçûnê û jibo ti kesî jî şêr nake.

 Barzanî destnîşan kir: PKK dema pêwîst bû alîkariya  xelkê Şingalê kir û niha  wextê wê hatiye ku ji navçê derkeve.

 Wî bala xwe da ser  aloziyên di navbera  hêza pêşmerge û PKK li Şingalê, paşdevekişynana  pêşmeran ji Kobanê piştî alîkariya jibo azadiya  wê û daxwaza hêzên YPG û ji PKK xwest ku  bila ji devera Şingalê derkeve ji ber ku li gor wî, mayîna wan a zêdetir  li vê deverê dê bibe sedema  nearamî û bêewlehîtiyê.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku  rewşa siyasî û niha  li Herêmê nebaş e û got: Em naxwazin ew rewşa wisa bidome loma jibo çareserserkirina meselê dişêwirin.

Wî di dewama gotinên xwe bal kişand ser pêşeroj û çareserkirina  pirsgirêkên  heyî û hêvî kir: Mideha sal û nîva buhurî da, rawestana li ber DAIŞ`ê bernama me ya sereke bû ne tişta ku li parlemana Herêma Kurdistanê qewimî.