Adar 13, 2017 14:57 Asia/Tehran
  • Barzanî û McGurk rewşa Mûsilê piştî DAIŞê gotûbêj dikin

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê dike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

Brett MacGurk, ku nûnerê Donald Trump di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, duh di konferanseke rojnamevanî de li Bexdayê behsa dawî pêşhat û guhartinên di rewşa siyasî ya Iraq û şerê li dijî DAIŞê kir û ragihand, “Sibe li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî re dicivim.” Wî herwiha got: “Hefteya bê jî Heyder Ebadî û Donald Trump dicivin.”

Li gorî ragihandina Televîziyona Kurdistan 24 rûniştina Barzanî û MacGurk wê bi zûtî pêk were û di vê civînê de çend pirsên girîng tên gotûbêjkirin, yên wek rewşa herî dawiyê ya meydanî ya şerê DAIŞê û pêşveçûnên hêzên Iraqî li Mûsilê, jiyan û xizmeta koçberan. Herwiha li rûniştina Barzanî û McGurk bi hûrî rewşa Mûsilê ya piştî DAIŞê jî tê hilkolandin.

Berî ku civîna Barzanî û McGurk pêk were serokê Herêma Kurdistanê ligel Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Jan Kubis jî civînek pêk anîbû ku li wê civînê jî qonaxa piştî nemana DAIŞ`ê li Mûsilê û astengên wê jîhate hilkolandin .

Di vê hevdîtinê de qonaxên operasyona azadkirina Mûsilê ketin ber behsê û her du aliyan di derbarê qonaxa piştî DAIŞê û gefên wê qonaxê û rola pêkhatan û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wiha dabînkirina ewlehî û çawayiya birêvebirina parêzgeha Neynewayê bîr û ramanên xwe xistin berçavan û şanda mîhvan amadetiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo pêşkêşkirina hevkariyên li vî derbarî de da diyarkirin.