Adar 13, 2017 10:47 Asia/Tehran
  • Gefxwarina feraksiyona ser bi Barzanî li Heyder Ebadî

Feraksiyona ser bi Partî ku partiya Mesûd Barzanî ye gef li Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê xwar ku eger ewna para dewa dermana Herêma Kurdistana Iraqê nedin, ewê dê Ebadî yan jî wezîrê saxlemiyê bane parlemana Iraqê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Erefat Kerîm serokê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê got: Hindek ji aliyên siyasî li nav Iraqê dibêjin ji ber ku Herêma Kurdistana Iraqê nifta xwe hema raste rast difroşe bazarên cîhanî û derhatên wê nadin Bexdayê loma naxwazin para dewa-dermanê bidin vê herêmê.

Erefat Kerîm destnîşan kir; Hîn Bexdayê para dewa-dermanê Herêma Kurdistana Iraqê qut nekiriye lê eger Bexda bixwaze karekî wiha bike em li parlemana Iraqê dê yan bane serokwezîr yan jî wezîrê saxlemiyê bikin.

Ji ber rêketina dinavbera Hewlêr û Bexdayê qirar bû ku sedî 17 ji bûdca Iraqê bigehêje Herêma Kurdistana Iraqê û ev herêma jî rojê 250 hezar bermîl ji nifta vê herêmê û 300 hezar bermîl jî ji nifta Kerkûkê di bin çavdêriya dewleta navendî ya Bexdayê bişîne bendera Cîhan a Tirkiyê, lê Fuad Husên endamê komîsiyona enirjî û seneta konseya parêzvaniya Kerkûkê ragihand ku rojê 105 hezar bermîl ji nifta bîrên Babagurgur, Cembore û Xebaze bo bendera Cîhan a Tirkiyê têne şandin.

Eva li halekê ye ku hatiye ragihandin Îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji meydanên niftî yên vê herêmê rojê 250 hetanî 300 hezar bermîl nift der têxe.

Wê dûmahîkê wezareta nifta Iraqê ragihand ku ev wezaretxana nizane ku Herêma Kurdistana Iraqê çiqas niftê difroşe derve ji Iraqê.