Adar 10, 2017 16:53 Asia/Tehran
  • Mehmûd Osman: Tirkiye dixwaze agirê şêr di nav kurdan da vêxe

Mehmûd Osman siyasetmedarê kurd got: Tirkiye bi siyasetên xwe yên niha dixwaze agirê şêr dinav kurdan da vêxe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Mehmûd Osman siyasetmedarê kurd li gotûbêja tev ajansa nûçan a El-Îtihad bal kişande ser viya ku dewleta Tirkiyê dixebite di nav aliyên kurd li Iraqê şer û pevçûnê çêbike û got: Pişkek ji vî şerî niha li Şengalê destpê bûye.

Osman bal kişande ser viya ku kêşeya niha ya Şengalê ji ber işkesta gotûbêjên dîplomatîk di navbera partiyên kurd da ye û got: Daxwaza min ji partiyên kurd ev e ku vê qeyranê ji riya dîplomatîk va çareser bikin.

Mehmûd Osman bal kişande ser viya ku Şengal bajarekî kavil e ku nikare şerekî hundirîn tamil bike û destnîşan kir; Gotûbêjên siyasî bona çareserkirina kirîza Herêma Kurdistana Iraqê heta niha bêencam maye; Ji ber viya ku gotûbêj û rêketin di nav partiyên herêmê da tune; Lewma her pirsgirêkeke biçûk mezin dibe.