Adar 10, 2017 12:09 Asia/Tehran
  • Barzanî hat tawanbarkirin ku şerê navbera kurdan bi rê dixîne

Nûnera hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê, serokê Herêma Kurdistanê bi `Hewildana ji bo birêxistina şêrr di navbera kurdan da` tawanbar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a El Sharghie News`ê, Fêrdow Ewadî nûnera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimanan Iraqê roja pêncşemiyê bi daxûyaniyekê tevî şermezarkirina Barzaniyê serokê Herêma Kurdistanê bi hewildana ji bo pêkanîna şerê navbera kurdan bi armanca bidestxistina pişk û para xwe ya erdnigariyê li vê navçeyê û parastina posta xwe ya serokatiya li ser vê deverê, ji dewleta navendî ya Bexdayê xwest ku bi tundî li hembrî wî ku çarenivîsa kirdan kiriye pêlîstoka xwe, raweste.

Nûnera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê bi bîr xist: Dosyeyên Barzanî li warê dayîna sitarê bo têrorîst û mehkûman, dayîna zanyariyan bo wealtên navçeyê û welatên din, komploya dijî Iraqê û firotina nifta vî welatî bêyî haya Bexdayê hema wisa vekirî ne.

Rewşa niha ya Herêma Kurdistana Iraqê ji ber qeyrana siyasî, bêserûberiya aborî û tûşbûna vê herêmê bi gefekê bi navê DAIŞ`ê, pêşerojeke tarî li pêşberî Mesûd Barzanî ji bo bidestxistina armancên xwe çêkiriye.

Herêma Kurdistana Iraqê piştî bidawîhatina heyama serokatiya Mesûd Barzanî di 19`ê Tebaxa 2015`an va, tûşî bêserûberiya siyasî û aborî bûye û carcaran nerazîtiya gel, wê yekê gurrtir dike.