Adar 09, 2017 16:33 Asia/Tehran
  • Neyarîya Yekgirtûya Islamî li hemberî pêşnîyara PDK`ê jibo posta serokatîya parlimana xwecî

Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku em pêşnîyara Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) jibo ku partîya me posta serokatîya parlimana xwecî werbigire, qebûl nakin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Ebûbekir Heldanî li hevpeyvîna ligel mêdyaya Tevgera Gorranê got ku hegera israra PDK`ê jibo dewama mayîna Barzanî li posta serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê eva ye ku bidestxistina vê postê li gorî lihevkirinê ye.

Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di vî warî da got: PDK`ê li bara posta serokatîya Herêmê ragihandîye ku ev posta li gorî lihevkirinê ye û li berdêla vê postê, posta serokomarîya Iraqê radestî YNK`ê hatîye kirinê û tu têkilîya xwe bi gelê Herêma Kurdistana Iraqê û partîyên din ra tineye.