Mesûd Barzanî gihêşt Tirkiyê
Sibat 26, 2017 16:01 Asia/Tehran
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro berî nîvro jibo hevdîtineke fermî gihêşt Enqera paytexta Tirkiyê.
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro berî nîvro bi taximekê re jibo sefereke fermî gihêşt paytexta Tirkiyê, Enqerê.
Çavkaniyên wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihandine Erdogan dê pêşewaziya Barzanî bike û her du alî dê li bara peywendiyên dualî û rawestana li ber terorîzmê û alugurên navçê gotûbêjê bikin.
Çavkaniyên hanê her wiha gotine Barzanî dê tev Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê jî hevdîtinê pêk bîne.