Sibat 26, 2017 14:19 Asia/Tehran
  • Barzanî seredana Tirkiyê dike

Mesûd Barzanî li sefera xwe ya Tirkiyê qirar e ku tev serokkomar û serokwezîrê vî welatî hevdîtinê pêk bîne.

Li gor rapora rojnama Hurriyetê, Wisa ku medyayên herêmî ragihandine îro qirar e Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdisttana Iraqê seredana Tirkiyê bike û li vê seferê ew dê tev serokkomar û serokwezîrê vî welatî hevdîtinê pêk bîne.

Hatiye ragihandin ku Mesûd Barzanî îro dê li Stanbolê tev Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê hevdîtinê bike û paşê ew ê seredana Enqerê bike û tev Bînalî Yildirim serokwezîrê vî welatî hevdîtinê pêk bîne.

Hinek ji medyayên Tirkiyê ragihandine, ev seredana Barzanî bo Tirkiyê peywendiya wê bi Têgihêştinnama navbera Îranê û Hewlêrê bona çêkirina boriya nifta xav a Kerkûkê bo Îranê heye.

Hatiye ragihandin ku li hevdîtina navbera Barzanî tev karbidestên Tirkiyê li bara operasiyonên dijî DAIŞ`ê li nav Iraq û Sûriyê û pişkdariya kurdên Sûriyê li operasiyona azadkirina Reqayê ku Enqere dijberiyê vê pişkdarî kirinê ye jî dê bê axivtin.

Hejî gotinê ye ku hevdîtinên karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê tev karbidestên Tirkiyê bêyî hevahengiya dewleta navendî ya Bexdayê, heta niha hin alozî di navbera Bexda û Enqerê da çêkirine.