Parlimantera Gorranê: Ji sedî 60`ê nifta Herêma Kurdistanê dibe para şîrketên bîyanî
Parlimantera Tevgera Gorranê li meclisa Iraqê ragihand ku Hewlêrê bêyî haydarîya Bexdayê hin peyman bi şîrketên niftê yên dinyayê ra wajo kirine û aşkira kir ku ji sedî 60`ê nifta tê firotinê dibe para wan şîrketana.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Tavge Ehmedê li gotûbêja ligel ajansa nûçan a el- Melumê got: Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) vê dawîyê bi dehan peymanên firotina niftê bêyî haydarîya dewleta fêdêral a Iraqê ligel şîrketên niftê yên dinyayê wajo kirine.
Tavge Ehmedê herwiha got: Li gorî van rêketinameyana, şîrketên niftê yên cehanê zêde ji sedî 60`ê nifta Herêma Kurdistanê wekî destmiza firotina wê ji xwe ra dibin û tenê ji sedî 40`ê wê digihêje Herêma Kurdistanê.
Wê pêkutî kir ku ev peyman nedadmendane ne û hinek ji wan peymanên 40 salî ne û dîyar kir: Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê jibo firotina nifta xwe cida ji Bexdayê, peymanên bi vî rengî wajo kirine.