Fransayê piştgirîya tam da Herêma Kurdistana Iraqê
Sibat 22, 2017 18:00 Asia/Tehran
Serokomarê Fransayê li hevdîtina ligel serokê Herêma Kurdistana Iraqê li bajarê Parîsê, li ser piştgirîya tam a Fransayê ji Herêma Kurdistana Iraqê sekinî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, mêdyayên frensî ragihandin ku Fransva Oland duh li hevdîtina tev Mesûd Barzanî li bajarê Parîsê bal kişand ser rola kurdan li têkoşîna dijî DAIŞ`ê û hêvî kir ku rojavaya Mûsilê zûka bi destê hêzên hevalbendîyê û hêzên iraqî ji kontrola têrorîstên DAIŞ`ê bê derxistinê.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê duh derbasî Fransayê bû ta ku ligel rayedarên vî welatî li bara peywendîyên dualî û alûgurên navçê gotûbêjê bike.