Sibat 21, 2017 19:58 Asia/Tehran
  • Barzanî û serokomarê Fransayê dê bicivin

Hatiye ragihandin ku serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî dê îro tev serokomarê Fransayê François Hollande bicive.

Li gor zanyariyên berdest, îro Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî serdana Parîsê dike û li koşka Elysee ji aliyê Serokomarê Fransayê François Hollande ve tê pêşwazîkirin.

Ev Serdana Barzanî bo Fransayê, piştî Konferansa 53-yemîn a Ewlehî ya Cîhanê li Mûnîxê pêk tê.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ji aliyê Serokomarê Fransayê François Hollande ve hat dewtkirin.

Tê çaverêkirin, di civîna Barzanî û Hollande de dawîn pêşhatên şerê dijî DAIŞ`ê, operasyona rizgarkirina Mûsilê û piştgirîya zêdetir ji hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê were gotûbêjkirin.