Rêketinnama niftê ya Rûsiyayê bona kirrîna nifta Herêma Kurdistana Iraqê
Kompaniya niftê ya Rosneft a Rûsiyayê li kêlega civîna IP a Londinê , peymannama kirrîna nifta Herêma Kurdistana Iraqê tev Hewlêrê îmza kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê û ji zarê ajansa nûçan a Tas a Rûsiyayê,Kompaniya niftê ya Rosneft a Rûsiyayê li kêlega civîna IP a Londinê , peymannama kirrîna nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo salên 2017 hetanî 2019 tev Hewlêrê îmza kir.
Kompaniya nifta Rosneft a Rûsiyayê li daxûyaniya xwe li vê barê destnîşan kir ku li vê girêbesta niftî tev karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê diravekî wekî parê dabînkirina abûrî daye Hewlêrê û girêbesta kirrîna nifta vê herêmê jî îmza kiriyeHeta girêdana vê girêbesta niftî, Tirkiye bikirê serekeye nifta Herêma Kurdistana Iraqê yan navbeyînkarê firotina nifta vê Herêmê bû.