Sibat 19, 2017 18:00 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Mesûd Barzanî ligel neyarên sûrî li rex Konferansa Ewlehîyê ya Munîxê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li kêleka Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê, bi desteya neyarên sûrî bi serokatîya Enes Ebde re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora televîzyona Kurdistan 24`ê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro 19`ê Sibatê li rex Konferansa Ewelhîyê ya Munîxê bi heyeteke neyarên sûrî bi serokatîya Enes Ebde serokê hevalbendîya neyarên sûrî re li bara alûgur û pêşeroja Sûrîyê û rol û cîgeha kurdên vî welatî û mafên wan li Sûrîyê, gotûbêj kir.

Ebde di vî warî da ji televîzyona Kurdistan24`ê ra got ku wî li gotûbêja ligel Barzanî nêrîna wî li bara alûgurên navçê û Sûrîyê û gotûbêjên ku li bara pêşeroja Sûrîyê di rojevê da ne pirs kirîye. Ebde pêkutî kir ku ew ligel Konseya Netewî ya Kurdên Sûrîyê (ENKS, ser bi Barzanî) di bereyekê da ne û bi Barzanî re li bara mafên kurdên Sûrîyê di pêşeroja cî welatî da tam hevdeng e û armancên kurdan jî beşek in ji armancên ku neyarên sûrî jibo bidestxistina wan hewl didin.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ligel taximeke Herêma Kurdistanê bi merema pişkdarîya li Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê ku bi pişkdarîya 500 kesayetî ji nav rêber, serokomar û wezîrên karên derve yên welatên curbicur va mideha 3 rojan tê lidarxistinê, li Almanîyayê ye.

Barzanî li rex vê civînê, heta vê gavê ligel serok û rayedarên hin welatan ji wan wezîrên karên derve yên Îran, Ermenistan, Îtalîya û wezîrên berevanîyê yên Amerîka û Almanîyayê, Mayk Pens alîkarê serokomarê Amerîkayê û Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anîye.