Çile 20, 2017 15:18 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistana Iraqê jibo muzakireya ligel Bexdayê amade ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku ev devera jibo muzakireya cidî ligel dewleta navendî jibo nehîştina nakokîyên mayî amade ye.

Li gorî rapora kanala Al-Alamê, Nêêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina ligel Yan Kobîş nunerê taybet ê sêkrêtêrê giştî yê NY li Iraqê ku li bajarê Hewlêrê pêk hat, got: Herêma Kurdistanê jibo muzakira cidî û rasterast ligel dewleta navendî jibo çareserkirin û nehîştina hemî nakokîyên dualî ji wan bûce û çavkanîyên xwezayî amade ye.

Barzanî di vê hevdîtinê da li ser pêwîstîya hevdengîya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê sekinî.

Hêjayî gotinê ye ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê 29`ê Îlona 2016`an bi taximekê re çû Bexdayê û ligel Fuad Meisûm serokomar, Heyder Ebadî serokwezîr û Emar Hekîm serokê hevalbendîya netewî ya Iraqê hevdîtin pêk anî û bi wan ra li bara meseleyên wek peywendîyên Hewlêr û Bexdayê, azadkirina Mûsilê û meseleya niftê gotûbêj kir.