Çile 17, 2017 12:09 Asia/Tehran
  • Berpirsekî navenda Seroktiya Kurdistana Iraqê nûçeya destkişandina Barzanî ji seroktiyê red kir

Li ser navê jêderekî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyên ku bi navê berdevk û şêwirmendekî Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser Sputnîkê û çend medyayên din hatibûn belavkirin ku Barzanî dê dest ji seroktiyê berdide' red kir.

Li gor nûçeya BasNewsê ku ji zarê jêderekî ji Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, daxuyaniyên li ser navê şêwirmendekî Seroktiya Herêma Kurdistanê hatine belavkirin û tê de dibêje, ‘Dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest ji posta seroktiyê berde' red kir û ew daxuyanî dûrî rastiyê nirxand.'

 Jêderê Seroktiya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re ragihand, ‘Berî niha Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di peyamekê de daxwaz ji aliyên siyasî kir ku lihev bikin û guhertinê di serokatiya Herêmê de bikin û kesekî jî bo şûna wî diyar bikin. Lê belê heta niha gotûbêjên aliyan berdewam in".

Jêderê Seroktiya Herêma Kurdistanê bal kişand ser daxuyaniyên Kîfah Mehmud ku li ser Sputnîkê jî hatibûn belavkirin û got, "Hejmarek li medyayan, li ser zimanê şêwirmendê ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Kîfah Mehmud belav kirine ku Barzanî ji bo çareserkirina nakokiyan dest ji erkê xwe ya serokatiyê berdaye."

Eva zêde ji du salan e ku ji ber îsrara Mesûd Barzanî ser mayîna li ser serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, krîza siyasî li vê herêmê berdewam dike û ji ber dijberiyên kûr di navbera partiyên siyasî parlemana vê herêmê hatiye girêdan û ev herêma ji bilî krîza siyasî tûşî krîza aborî ya giran jî bûye.