Çile 16, 2017 20:56 Asia/Tehran
  • Salixîya medyayên Herêma Kurdistana Iraqê ji şîretên Qasim Silêymanî bo Mesûd Barzanî

Medyayên Herêma Kurdistana Iraqê nivîsîn 10 roj pêş viya ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê navçên Guwêr, Xazir û Mexmûrê li 40 kîlomitriya Hewlêrê dagîr bike, Qasim Silêymanî nasyar bi Hacî, qumandê Sipahê Qudsa Îranê seredana Hewlêrê kiribû û li bara liv û tevgerên grûpa terorîst a DAIŞ`ê wê çaxê hişyarî daye Mesûd Barzanî.

Li gor rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, Qasim Silêymanî li sefera xwe ya bo Hewlêrê, tev qumandên derecebilind ên Mesûd Barzanî seredana çeperên şêr kiribû û piştî vê seredanê hema wê rojê çûye cem Mesûd Barzanî û hişyarî daye wî ku pê vê wezyeta ku wî li meydanên şêr dîtiye, hitimaleke micid heye ku grûpa terorîst a DAIŞ`ê êrişî ser Hewlêrê bike û gelek dijwar e ku hêzên pêşmerge bikaribin pêşiya DAIŞ`ê bigrin.

Li gorî vê nûça belavbûyî li medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, Hac Qasim Silêymanî piştî ku ziviriye, gotiye  nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Têhranê û nûnerê PDK`ê li Têhranê ku rewşa bereyên şêr li Guwêr, Xazir û Mexmûrê gelekê bêserûber e û hitimal heye DAIŞ ji vê mecalê bona êrişa ser Hewlêrê istifade bike.

Her gor vê nûçê 7 Tebaxa sala 2014 grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji 3 mêhwerên isteratijîk êrişî Hewlêrê kir û sê navçên girîng yên Xazir, Guwêr û Mexmûrê bi rehetî dagîr kirin bi curekê ku êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser van navçan hêzên pêşmerge heyirî kirin.

7 Tebaxê Hûşyar Zêybarê wezîrê karên derve yê wê çaxê yê Iraqê tev Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara vê pirsgirêkê diaxive û û hema wê şevê Kêrî vê meselê dibêje Obama serokkomarê Amerîkayê û 2 roj derbas dibin ta ku Amerîka firokên şerî yên xwe bona berevaniya ji Hewlêrê bişîne.

Mesela balkêş li vê navberê eva ye ku 48 saetan pêş viya ku firokên şerî yên Amerîkayê bêne Herêma Kurdistana Iraqê, yekîneyek ji hêzên taybet ên bin qumandihiya Serdar Silêymanî digehêjin Mexmûr, Xazir û Guwêrê û tev hêzên pêşmerge dijî terorîstên DAIŞ`ê şer dikin.

Heta hatiye ragihandin ku karbidestên Hewlêrê hema wê şevê tev Kêrî û Davûdglu serokwezîrê Tirkiyê peywendî digrin û daxwaza alîkariyê dikin lê Tirkiyê jî bersiva Herêma Kurdistana Iraqê neda.