Çile 16, 2017 20:08 Asia/Tehran
  • Rapora sala 2016'an a di derbarê rojnamegerên Herêma Kurdistana Iraqê de hat weşandin

Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran a bi navê Metro Center diyar kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê di sala 2016'an de 97 bûyerên cûrbicûr li hemberî 148 rojnameger û dezgeyên ragihandinê qewimîne ku têde 175 caran binpêkirina mafan pêk hatiye û 2 rojnameger hatine kuştin.

Metro Centerê îro li bajarê Silêmanîyê li Herêma Kurdistana Iraqê bi amadebûna rojnameger, parlamenter û siyasetmedaran di civînekê de rapora xwe ya sala 2016'an a di derbarê rewşa azadiya rojnamegeran a li Herêma Kurdistana Iraqê de weşand.

Metro Centerê di wê civînê de agahiyên li bara binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2016'an de dan û diyar kir ku di sala 2016'an de li Herêma Kurdistanê li hemberî 148 rojnameger û dezgeyên ragihandinê 97 bûyerên cûrbicûr qewimîne. Hat gotin ku di wan bûyeran de 175 caran binpêkirina mafan pêk hatiye û 2 rojnameger hatine kuştin.

Metro Centerê ragihand ku bi tevahî 4 rojnameger hatine kuştinê, ku ji wan 2 rojanmeger hatin revandin û kuştin, 2 rojnameger jî li sengerên şêrr di dema ragihandinê de hatine kuştinê. Hat diyar kirin ku hejmara rojnamegerên birîndarbûyî jî bi tevahî 24 e, ku ji wan 20 rojnameger li bereyên cengê birîndar bûn.

Li dewama daxûyanîya Metro Centerê hatîye ku di sala 2016'an de 24 rojnameger rastî lêdanê hatine û 15 rojnamger jî bi awayekî neyasayî hatine desteserkirin. Her wiha hat gotin ku 28 bûyer jî di warê şikandin û desteserkirina kelûpelên rojnamegeran de pêk hatine.

Di raporê de hat gotin ku 52 caran rê li ber ragihandina rojnamegeran hatiye girtin û rajnameger 4 caran rastî êrîşa elektronîkî, 3 caran jî rastî êrîşên narîncokê hatine.

Her wiha hat gotin ku rojnameger 9 caran jî rastî heqaretê hatine û rojnamegerek jî hatiye revandin. Metro Center a ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran ji aliyê komeleyeke rojnamegeran ve bi hevkariya Peymangeha Rojnamevanîyê ya Şer û Aşitiyê di sala 2009'an de hat damezirandin û ji bo parastina mafên rojnamegeran xebatan dimeşîne.