Konseya avakirina Şingalê: Em ê rewşê jibo otonomiya Şingalê xweş bikin
Konseya avendakirina Şingalê li daxûyaniyekê ragihand ku ev konseya hewldanên xwe jibo pêkanîna sîstema otonomiya Şingalê destpê kiriye.
Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê malpera nûçan a Xendanê, Konseya avedankirina Şingalê li duwem salvegera damezrandina vê konseyê, bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku hewldanên xwe jibo ragihandina sîstema otonomiyê jibo Şingalê destpê kiriye.
li vê daxûyaniyê hatiye: Li çarçêva xwestek û daxwaziyên kurdên êzdî û li gorî xala 125an a qanûa bingehîn a Iraqê ku mafê pêkanîna otonomiyê daye gişt qewm û etnîkên vî welatî, em wek gelê êzdî, daxwaza cihanîna vê xala qanûnê ji aliyê dewleta navendî ay Iraqê dikin û eva daxwazî û mafê xwezayî ya êzdiyan e ku bi serbestî jiyanê bikin.
Konseya avedankirina Şingalê du salan berî niha û piştî êrişa DAIŞ`ê ser Şingalê, ji aliyê hêzên ser bi PKK va, hatiye damezrandin û endamên wê kurdên êzdî yên navçê ne û hewl didin ku sîstema otonomiyê jibo Şingalê pêk bînin.