Çile 16, 2017 16:07 Asia/Tehran
  • Kutabûna gireva mamosteyaên nerazî li Silêmaniyê

Mamosteyên nerazî li parêzgeha Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê piştî sê mehan gireva xwe bi dawî anîn û li polêsn xwendinê amade bûn.

 Li gorî rapora Kurdpressê, mamostên parêzgeha  Silêmaniyê ku jibo protestokirina wernegirtina  mûçeyên xwe û nivîbûna vê mûçê ji aliyê dewleta  Herêma Kurdistana Iraqê û bêdengiya dewletê li hember daxwaziyan û xwestekên wan ji sê mehan berî niha ve dest bi girevê kiribûn duh yekşemiyê 15 Çillêeyê gireva xwe bi dawî anîn.

 Kanala televîzyonî ya Kurdistanê 24ê li vê barê ragihand: Komîta  mamsoteyên nerazî bi xwendina daxûyaniyekê li civîneke rojnameavniyê ragihandiye ku  xebatên xwe li warê hevdengiya jibo girev û lidarxistina kombûn û xwenîşandanên  nerazîbûnê bi awayekî berwext, rawestandiye û dawiyê didin  gireva xwe ya sê mehî.

 Vê komîtê tekez kiriye ku bi hûrî û kûrî ser kiryara dewletê û cihanîna  sozên xwe li bara mamosteyan, ji wan venihêrîna sîstema  kêmkirina  mûçeyan, dayîna  mûçeya  mamosteyan û girtian pêşiya  cizakirina  mamosteyên  nerazî, çavdêriyê dike.

 Li halekê ku biryar bû sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistana Iraqê, sêşemiyê 27 Îlonê destpê bibe, mamosteyên  Herêma Kurdistana Iraqê jibo protestokirina paşdeketina demdirêj a dayîna mûçeyan û her wiha  kiryara dewletê derheq nîvîkirina  mûşeyên wan li bajarên curbicur dest bi girevê kirin û ragihandin heya  dema ku mûça xwe  bitûn nestînin, dê sala nû ya xwendinê boykot bikin û li polên xwendinê  hazir nabin.