Çile 16, 2017 15:27 Asia/Tehran
  • Seredana Barzanî bo Ewrûpayê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bona pişkdariya li civîna aboriya cîhanê ya Davosa Swêsrayê, çûye vî welatî.

Li gor rapora ispotnîkê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bona pişkdariya li civîna abûrî ya cîhanê ku ji 17 hetanî 20 Çileyê dê li Davisa Swêsrayê birê keve, seredana vî welatî kir.

Hatiye ragihandin ku qirare Barzanî beşdariya paneleke taybet bi meselên Iraq û Sûriyê bike û di çarçova beşdariya di korbendê de komek ji hevdîtin û civîn bi serkirdeyên beşdarbûyî re encam dide.ş

.Di vê serdanê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê Fûad Hisên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî hevrê digel Barzanî diçin Swêsrayê.

Korbenda Aborî ya Davosê heta JI roja 17 û heta 20 vê mehê berdewam dibe, pirsên aborî û rehendên cuda, pirsên siyasî û pêwendiyên di navbera welatan de û pirsgirêkên cîhanî tê de têne gengeşekirin.