Çile 15, 2017 17:00 Asia/Tehran
  • Çima Hewlêr israrê dike PKK`ê ji Şingalê derkeve lê, li hemberî hêzên Tirkîyê bêdeng e

Endamê Fraksyona Yêketîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li meclisa Iraqê, helwestên hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li hemberî hebûna hêzên PKK`ê li Şingalê rexne kirin û got ku gelo çima Hewlêr li ser derketina hêzên PKK`ê ji Şingalê israrê dike, lê li li bara hêzên Tirkîyê bêdeng dibe?

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Ariz Evdilah serokê komsyona nift û enejîyê li parlemana Iraqê, li nivîsarekê ku bi riya Facebooka xwe weşand, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi hegera pêgîriya ser derketina hêzên PKK`ê  ji Şingalê da ber rexneyan.

Wî ev pirsa hilêxist ku çima li halekî ku meclisa Iraqê hêzên Tirkîyê di nav axa wî welatî  de``dagirker`` bi nav kirine û xwestîye ew derkevin, hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember hebûna wan di nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê de bêdeng maye, lê li ser derketina hêzên PKK`ê ji Şingalê disekine û qet behsa derketina hêzên Tirkîyê nake.

Wî got ku hêzên PKK`ê roleke dîrokî li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê lîstine.

Ariz Evdila herwiha got: Dema ku Hewlêr li ber xetera êrişa DAIŞ`ê bû, çavê her kesî heta yê PDK`ê li alîkarîya PKK`ê bû û her kes dizane ku PKK`ê çawan dema xeter û gefê da hat hawara Herêma Kurdistanê, li halekî ku dewleta Tirkîyê netenê dema pêwîst alîkarîya Herêma Kurdistanê nekir belkî bi heceta rehînên xwe ên di destê DAIŞ`ê li Mûsilê da û parastina tirb û hestiyên Siltansilêman li Sûrîyê, bi DAIŞ`ê ra hevkarî kir.

Têkildarî vê mijarê,endamê Komisyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji wan re eşkere kiriye ku PKK`ê dê ji Şingalê derkeve û Artêşa Tirkiyê jî ji Başîqayê, lê Endamê Tevgera Goranê Huşyar Ebdullah got, Ebadî ji Tirkiyê re diyar kiriye ku ew ê şerê PKK`ê nekin.