Îlon 26, 2016 18:55 Asia/Tehran
  • Hişyariya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê bo partiyên din yên vê herêmê

Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî daye partiyên din yên vê herêmê ku eger pêşiya êrişên ser nivîsgehên vê partiyê li Sulêmaniyê neyê girtin, tu zimanetek bona dabînkirina ewlehiya nivîsgehên van partiyan li Hewlêrê namîne.

Li gor rapora medyayên kurdî, Edhem Barzanî Berpirsê Konseya Rêberiya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî daye partiyên din ku eger li xwenîşandanên Sulêmaniyê, pêşiya êrişa ser nivîsgehên vê partiyê li vê parêzgehê neyê girtin, tu zimanetek bona dabînkirina ewlehiya nivîsgehên van partiyan li Hewlêrê namîne.

Bextiyar Ebdulrehman qaymeqamê Sulêmaniyê ragihand; Ji ber daxwaza komîteya 19 kesî ji neraziyên Sulêmaniyê ku daxwaza birêxistina xwenîşandaneke bêyî tundî û tûjî li vê parêzgehê kirine, îzna birêxistina vê xwenîşandanê li du ciyên Sulêmaniyê hatiye dayîn.

Eva li halekê ye ku Edhem Barzanî Berpirsê Konseya Rêberiya Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê li bara hêtimala êrişa ser nivîsgehên vî partî li Sulêmaniyê hişyarî da.

Pêştir û li xwenîşandanên gelanî li nav Sulêmaniyê û Helebçê, xelkê nerazî êrişî ser nivîsgehên PDK li van parêzgehan kirin û heta hin nivîsgehên wê şewitandin.

Karbidestên PDK a Herêma Kurdistana Iraqê jî hişyarî dane partiyên din li Sulêmaniyê û Helebçê ku eger careke din êrişî ser nivîsgehên vê partiyê bê kirin, ewna jî ji nav Sulêmaniyê û Helebçê derdikevin û sîstema du îdareyî berçav digirin û Hewlêrê ji Sulêmaniyê cuda dikin.

Soran Umer nûnerê Partiya Komela Îslamî li Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê got: Ehmed Kanî berpirsê peywendiyên PDK, hişyarî daye çar partiyên YNK, Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komel a Îslamî ku eger carek din li Sulêmaniyê an li Helebçê êrişî ser nivîsgehên PDK bê kirin, Herêma Kurdistana Iraqê dê parçe bibe.