Tebax 30, 2016 12:13 Asia/Tehran
  • Barzanî: Em amade ne ku ligel Bexdayê hevkariyê bikin

Bi mebesta bidawîanîna nakokiyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta navendî ya Bexdayê, roja duşemiyê taximek ji vê herêmê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û digel Heyder Ebadî hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê navenda nûçeyan a Beledê, taxima Herêma Kurdistana Iraqê ku bi merema çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê sefera Bexdayê kiribû di dema gihîştina Bexdayê digel Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

Li vê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û serokê taxima şandî ya herêmê bo Bexdayê digel Heyder Ebadî li bara rewşa ewlehiyê, opêrasiyona rizgarkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê ji bin kontrola DAIŞ`ê û pêşeroja peywendiyên navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî her viha li hevdîtina digel Stwart Conz sefîrê Amerîkayê li Bexdayê jî ragihand ku Hewlêr amade ye ligel Bexdayê di hemî waran ji bo çareserkirna pirsgirêkên heyî hevkariyê bike, bi awayekî ku berjewendiyên du aliyan werin dabînkirn.

Barzanî her viha li vê hevdîtinê balyozê Amerîkayê li bara encamên hevdîtinên taxima Herêma Kurdistana Iraqê digel dewleta Bexdayê li ser mesele û nakokiyên nava du aliyan agah kir û li bara guhertinên herî dawî yên ewlehî û siyasî li Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê û serketinên artêşa Iraqê dijî DAIŞ`ê jî bio wî ra axivî.

Li vê hevdîtinê ku bi beşdariya Hişiyar Zêbarî wezîrê heyitiyê yê Iraqê hat lidarxistin Barzanî sipasiya balyozê Amerîkayê ji ber `Hewildana ji bo xurtkirina peywendiyên herêma Kurdistana Iraqê digel dewleta Amerîkayê` kir.