Tebax 24, 2016 19:06 Asia/Tehran
  • Barzanî: Alûgurên pir giring li navçê li halê qewimîne ne

Mesûd Barzanî li duwem sefera xwe ya Enqerê li gotûbêja tev nûçegihanan bal kişand ser hevhatina navbera Enqerê û Herêma Kurdistana Iraqê li bara rawestana li ber DAIŞ`ê û got: Alûgurên pir giring li navçê li halê qewimînê ne.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Barzanî duh gihêşt Enqerê û tev Receb Teyib Erdogan serokkomar û rayedarên pilebilind ên Tirkiyê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Ew îro li roja dudiyan a sefera xwe bi hejmarek ji  medyakarên çalak ên Herêma Kurdistana Iraqê civiya û axivî.

Anadolû Newsê ragihand, wî encamên gotûbêjên xwe tev Erdogan û Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê kêrhatî û baş nirxandin û got: Li hevdîtina bi Erdogan re mesela xebata  xwendingehên Fethullah Gulen ket rojevê û  em gihêştin vê encamê ku  ev meseleya  bêyî ku zirarek li xwendevan û xwendekaran keve were çareserkirin.

 Wî serketina dewletê derheq pûçkirina darbekiran pîroz kir û got ku navçe ji pêvajoyeke pir hestyar derbas dibe û divê ev derfeta jibo rêveberiya herîbaş a qonaxa têperbûnê bikar were.

 Barzanî yek ji mijarên herî giring  ên gotûbêja  tev  rêberên  Tirkiyê rawestana  li ber DAIŞ`ê daye zanîn û gotiye: Bi Tirkiyê re li bara rawestana  hevpar li hember DAIŞ`ê li hev kirine û biryar e li qonaxa têperbûnê(Gozar) bi hevgiritn û hevkariya nêzîk tev bigerin.

 Serokê Herêma Kurdistana Iraqê mesela din pêvajoya çareserkirina mesela kurdan li Tirkiyê da zanîn û got : Ev meseleya pir giring e lê jêre kar û demeke zêde pêwîst e.

 Wî mesela din berfirehkirina  hevkariyên  ticarî, siyasî û ewlehiyê ya  Tirkiyê û Herêma kurdistana  Iraqê da zanîn û got: Di vê çarçovê da mesela  Hewlêr-Bexdayê jî hatiye gotûbêjkirin.

 Mesûd Barzanî duh nîvro gihêşt  Enqerê û li balefirgeha  Enqerê ji aliyê Fireydûn Sînerlioglu, cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê va hat pêşewazîkirin.