Kanûn 25, 2019 15:52 Asia/Tehran
  • Cudakirina dengê 10 bazine ji dengên encumena serokatiya YNKê teva bû

Pêvajoya cudakirina dengên Encumena Serokatiya YNK'ê li deh bazineyan teva bû û li çar bazineyên din jî cudakirina dest pê bûye.

Li gorî rapora medyaya fermî ya YNKê, Heta niha sedî 98ê dengên bazineyên Silêmanî û sedî 88ê dengên bazineya Kerkûkê cuda bûne ku pêvajoya cudakirina dengan bo wan bazineyan berdewam e.

Hevdem cudakirina dengên bazineyên Xaneqîn û Bazineya Germiyanê û Bazineya Çemçemal û Hewlêr û Koye û Qereçûx û Hemrîn û Şengal û Neynewa û Bexdayê bi dawî bûye. Her wiha pêvajoya cudakirina dengên Encumena Serokatiya YNK'ê li Dihok û Şarezûr û Soran û Raperînê dest pê bû. Saet 11ê pêş nîvro di roja Şemiyê 21/12/2019 da çaremîn Kongreya YNKê li Silêmaniyê dest pê bû û îro jî pêncemîn roja Kongreyê ye.Berendamên hilbijartî li bazineya Hewlêrê bo Encumena Serokatiya YNK'ê: Ferîd Eseserd, Jîno Mihemed, Şalaw Kosret, Resûl Burhan, Seîd Sofî, Qadir Ezîz, Osman Banî Maranî, Herêm Kemal Axa, Dr. Rêbwar, Dr, Mecîd, Dr, dara Reşîd, Fehîme Sabîr, Şadman Mela Hesen, Seidî Ehmed Pîre, Sertîp Cewher, Hacî Mesîfî.