• Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê: Para kurdan ji bûdca Iraqê hatiye zêdekirin

Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê raghand ku piştî guherînên li pêşnumaya bûdca 2019` an a Iraqê, para kurdan ji wê bûcê hatiye zêdekirin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Ehmed Hacî Reşîd li gotûbêja bi malpera  nûçan a  Xendanê re ragahnd ku komîta taybet a  desteya wezîran a Iraqî hela hê guherîn û venihêrînên  li pêşnumaya  bûdca 2019`an  a vî welatî tam kuta nekirine lê hin guherîn li vê pêşnumayê hatine kirin û para kurdan jî zêde bûye.

Parlimanterê Komela Îslamî ya Kurdisrtanê her wiha got ku hîn asta guherîna li para  bûdca Herêma Kurdistanê ji bûdca 2019` an  a Iraqê kivş nîne lê eşkere ye ku ev para guheriye û hatiye zêdekirin.

Wî texmîn kir ku gotûbêjên dawiyê li bara bûdca 2019`an  vê hefttiyê dê bên kirin û bûdca  serastbûyî bona hilkolandin û pejirandinê raberî parlemana  Iraqê bibe ji ber ku  li gor gotina wî paşdexistina zêdetir ji vîya bo pejirandina  bûdcê neqanûnî ye.

Dewleat berê ya  Iraqê, para kurdan li bûdcê ku li salên  derbasbûyî sedî 17 hatibû kivşkirin ji ber pirsgirkên siyasî yên bi Hewlêrê re, daketiye sedî 12 û eva bûye sedema nerazîbûna kurdan û ji riyên  curbicur  bona zêdekirina vê parê hewl didin.

 

Dec 03, 2018 17:54 Asia/Tehran