• Li Kurdistana Iraqê mamostayên teqawîdbûyî xwenîşandanek lidarxistin

Duh hejmareke mamostayên teqawîdbûyî (xaneşîn) li hember Wezareta Darayî û Aborî ya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xwenîşandanek lidar xistin û tê de nerazîbuna xwe li hember pênedana mûçeyan derbirîn.

Li gorî nûçeya Kurdpressê: Mamostayên teqawîdbûyî herwiha hikûmeta herêmê tawanbar kirin ku destbiriye nav sandiqên pereyê yên mamostayên teqawîdbûyî û ji wan dizî kiriye. Van mamosteyan ragihandin ku li mideha 30 salan xizmetkariya wan qismek ji mûçeya wan bi heceta ragirtina li sandiqên teqawîtbûyiyan nedidan wan û niha jî ev sandiqanan mûçeyên mamostayên teqawîdbûyî nade.

  Mamosteyan herwiha di xwenîşandanê de daxuyaniyek pêşkêşî Wezareta Darayî û Aborî kir ku tê de daxwaza muçeyên xwe dikin ku di hemû mehekê de bi ser wan de parve bikin.

Mamoste Ehmed Mistefa bo Sputnîk Kurdistanê ragihand, bo dema bêtir ji 35 salan min xizmeta warê perwerdê kiriye û bo dema nêzî 10 salane jî ez hatîme xaneşînkirin, min hîç dahateke din a jyanê nîn e, ez kal bûme û nikarim kar bikim, ez ji hikûmetê dipirsim gelo ez çawa dabara xwe bikim?

Li vê navberê de duh li bajarên Silêmaniye û bajarên devera Germiyana Herêma Kurdistanê  jî mamosteyan ku çend meh in mûçeya xwe nestandine ragihandine çûna ser sinfên dersdayînê boykot kirineû naçin ser karê xwe. Wan herwiha xwenîşandanek lidar xistin û xwestin ku bila nûçeya wan bitûm were dayîn.

Feb 13, 2018 11:03 Asia/Tehran