• Qubad Talebanî ji komên kurd xwest ku bibin yek

Alîkarê serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ji komên kurd xwest ku ji bo parastina berjewendiyên kurdan bibin yek.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Sumeria Newsê, Alîkarê serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê û kurê Celal Talebaniyê serokomarê rehmetî yê Iraqê, Qubad Talebanî li pey serneketina partiyên kurdan ji bo damezirandina hevpeymaniyê bona beşdariya li hilbijartina parlimanî û konseyên parêzgehan, bi dxûyaniyekê ji komên kurd xwest ku bi armanca parastina berjewendiyên xwe bibin yek.

Talebanî li vê daxûyaniyê tevî pêgiriya li ser parastina "Berjewendiyên Bilind ên Gelê Kurd" bi taybet li navçeyên kurdnişîn ên derveyî Herêma Kurdistanê, got: "Yekîtî li warê mijarên girîng û hevgirtina komên kurd pêwîst e".

Biryar e ku hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja 12ê Gulana 2018an were lidarxistin.

Feb 06, 2018 09:54 Asia/Tehran