• Barzanî hat tawanbarkirin ku rewşa Herêma Kurdistana Iraqê aloz dike

Parlementera tirkemen a Hevpeymaniya Dewlêeta Qanûnê li parlimana Iraqê, serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi sûcê hewildana ji bo alozkirina rewşa vê navçeyê bi merema dûrkirina welatiyan jin pirsgirêkên rasteqîn tawanbar kri.

Parlementera tirkmen a Hevpeymandiya Dewleta qanûnê li parlimana Iraqê, Nehle El Hebanî roja şemiyê li hevpeyivîna tev ajansa iraqî ya nûçeyan a El Xed Press`ê bi gotina vê yekê ku serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî, niha tûşî zextên biyaniyan ji bo devberdana ji giştpirsînê bûye, got: ``Ew tevî ku ji lidarnexistina vê giştpirsînê dilniya ye, tenê ji bo alozkirina rewşa Herêma Kurdistana Iraqê û dûrkirina kurdan ji pirsgirêkên rasteqîn dixebite``.

Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja 7`ê hezîrana 2017`an li civînekê bi amadebûna Mesûd Barzanî lidarxistina giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji Iraqê di roja 25`ê Îlona 2017`an pesend kirin; Mijara ku tûşî dijberiya tund a komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçeyê bûye.

Berdevkê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê, Seid El Hedîsî jî bal kişande ser vê yekê ku çarenivîsa vî welatî bi destê tevahiya iraqiyan dê were diyarkirin û li ser pêwîstiya palpiştiya bi gotûbêjê wek rêyekl ji bo bidestxistina hin rêkaran bi armanca wêdadayîna pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê pêgirî kir.

Seid El Hedîsî tevî amajeya bi madeya yekem a qanûna bingehîn a Iraqê li bara federal û Dêmokratîkbûna vî welatî, her wiha got: ``Qanûna Bingehîn yekîtiya Iraqê misoger dike``.

Aug 13, 2017 13:18 Asia/Tehran