Cotmeh 17, 2020 22:49 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Kurdistanê şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha PDKê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê şewitandina Ala Kurdistanê û êrîşa li ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê şermezar kir û ragihand, her core êrîş û destdirêjiyek ji aliyê her kes û komekê ve bo ser sembolên Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên wê nayê qebûlkirin.

Îro Şemî 17ê Cotmeha 2020, hejmarek ji iraqiyên nerazî ji gotinên Hoşyar Zêbarî endamê derece bilind ê PDK êrîşî avahiya Liqa 5 a vê partiyê ya li Bexdayê kirin û şewitandin. Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku aêrişkaran, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin.

Têkildarî vê bûyerê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê dike, ku “rêkarên yasayî li hember van êrîşan pêk bîne û êrîşkaran ceza bike, daku ew kiryarên kirêt dubare nebin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “pêwîst e hikûmeta federal rêkarên pêwîst ji bo parastina baregehên partiyan û nûneratiyên welatên biyanî li Bexda û her bajarekî din, ji bo rêgirtin ji êrîşên her komeke ji yasayan derketî pêk bîne.”

Di beşeke din a daxuyaniya hikûmetê de hatiye gotin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mafê xwe dizane ku hemû rêkarên yasayî û rêpêdayî ji bo parastina hemwelatiyan û destkevtên xwe û rêzgirtin li Ala Herêma Kurdistanê pêk bîne.”

Serepeyv