Îlon 19, 2020 15:49 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê: Di hefteyekê de 164 kes bi Koronayê mirin

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistana Iraqê amarên hefteyekê yên Koronayê li vê herêmê de ragihand.

Wezareta tenduristiya Kurdistana Iraqê ragihand, di heyama hefteyekê de 39 hezar û 316 têstên Koronayê hatine kirin ku têsta 4 hezar û 537 kesan pozîtîf bûye.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn, di nav hefteyekê de 164 kes jî bi Koronayê mirine û 2 hezar û 937 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Serepeyv